Ûkrayna
Україна |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Sirûd: Sirûda neteweyî ya Ûkraynayê |
||||||
Ûkrayna li ser nexşeyê | ||||||
Paytext | 49°Bk, 32°Rh | |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
Rêveberî | pergala nîvserokatiyê | |||||
• | Serokdewlet | Volodîmîr Zelenskî (nirxa derbasdar a niha, 2019–) | ||||
• | Serokwezîr | Denys Šmyhal (2020–) | ||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 24 tebax 1991 (Declaration of Independence of Ukraine, 1991 Soviet coup d'état attempt, dissolution of the Soviet Union) | ||||
• | Rûerd | 603.550 kîlometre çargoşe (Krîm) | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 41.167.335 (2022) | ||||
Demjimêr | ||||||
Hatûçûna ajotinê | ||||||
Koda telefonê | +380 | |||||
Malper https://ukraine.ua |
Ûkrayna (bi ûkraynî: Україна, Ukraina bilêvkirina ûkraynî: [ukrɑˈjinɑ]) welatekî li Ewropaya Rojhilat e ku piştê Rûsyayê duyem mezintirîn welatê ewropî ye. Ûkrayna li bakur bi Belarûsê re, li rojava bi Polonya, Slovakya Mecaristan, Romanya û Moldova sinorên bejayî parvedike. Li aliyê başûrê rojava bi Deryaya Reş re û li aliyê başûr û başûrê rojhilat jî sinorên peravî bi Deryaya Azovê parvedike. Li pey Kharkiv, Dnîpro û Odesayê Kyîv paytexta neteweyê û bajarê herî mezin e welat e.[1] Erdzemîna welêt bi qasî 600.000 kîlometre çargoşe rûerd vedigire. Beriya Şerê Rûsyayê li ser Ûkraynayê yê domdar, ew bi gehleya xwe derdora 41 milyon mirovan ew welatê heştem ê herî biqelebalix ê Ewropayê bû.
Di Serdema Navîn de Ûkrayna cihê berfirehbûna zû yê slavî bû û dever piştre bûye navendeke girîng a çanda Slaviya Rojhilatê di bin serweriya Kievana Rûsî de ku di sedsala 9an de derketibû holê. Serweriya Kievana Rûsî di dawiyê de di nav hêzên herêmî yên dijber de belav bû û bi êrîşên mongolan ên ku sedsala 13an hatiye hilweşandin û hatiye talan kirin. Dewlet di dawiyê de di nav hêzên herêmî yên dijber de belav dibe û bi êrîşên mongolan ên di sedsala 13an hatiye hilweşandin. Piştre dever ji bo 600 salên pêş de ji aliyê cûrbecûr hêzên derve ve hatiye nîqaşkirin, dabeş kirin û hatiye rêvebirin ku di nav de Hevbeşdariya Polonî-Lîtvanya, Împeratoriya Awistiryayê, Xanedaniya Osmanî û Tsardomiya Rûsyayê hebûn. Hetmanatiya Kozak di sedsala 17an de li Ûkraynayaya navendî derketiye holê lê di navbera Rûsya û Polonyayê de hatiye dabeş kirin û ji aliyê Împeratoriya Rûsyayê ve hatiye bidawîkirin. Di vê heyamê de Neteweperestiya Ûkraynayê pêş dikeve û piştî Şoreşa Rûsyayê di sala 1917an de Komara Gel a Ûkraynayê ya demkurt hatiye avakirin. Bolşevîkan li ser piraniya împeratoriya berê kontrola xwe bihêz dikin û Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Ûkraynayê ava dikin ku dema di sala 1922an de hate damezrandin, dibe komara damezrîner a Yekîtiya Sovyetê. Di destpêka salên 1930an de bi milyonan ûkraynî di Holodomorê de jiyana ji dest didin ku tunebûneke ku ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin. Dagirkeriya Almanyayê di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de li Ûkraynayê dibe sedema wêrankariyê ki 7 milyon sivîlên ûkraynayî ku piraniya wan ji Cihûyên Ûkraynayê pêk dihatin hatine kuştin.
Ûkrayna di sala 1991an de dema ku Yekîtiya Sovyetê hilweşiya û xwe bêalî îlan kir serxwebûna xwe bi dest dixe.[2] Di sala 1996an de li Ûkraynayê qanûneke nû hatiye qebûlkirin. Rêzek xwepêşandanên girseyî ku bi navê Euromaidan dihatin zanîn, piştê şoreşeke di sala 2014an de bûye sedema damezrandina hikûmetek nû. Piştre Rûsyayê bi awayekî yekalî nîvgirava Kirimê ya Ûkraynayê tevlê axa xwe dike û aloziyên alîgirên Rûsyayê bi şerekî li Donbasê di navbera cudaxwazên bi piştevaniya Rûsyayê û hêzên hikûmetê li rojhilatê Ûkraynayê de bi dawî dibe.
Di sala 2022an de Rûsya dest bi dagirkirina Ûkraynayê kiriye. Bi destpêka şerê bi Rûsyayê re, Ûkrayna ji bo parastina axa xwe hewl daye ku têkiliyên dîplomatîk û alikariya li dijî dagirkirina Rûsyayê ji Dewletên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê werbigire.[3][4]
Ûkrayna dewleteke unîter e û sîstema hikûmraniya dewletê komareke nîv-serokatî ye. Ûkrayna di welatên pêşkevtî de welatê herî feqîr ê Ewropayê ye.[5][6] Heya roja îro gendelî wekê pirsgirêkeke girîng ê welat maye. Lêbelê ji ber axa welat ya berfereh Ûkraynaya beriya şer yek ji mezintirîn hinardekarên genimê li cîhanê bû.[7][8] Ûkrayna di karûbarên gerdûnî de hêzek navîn hatiye hesabkirin û Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê hem ji aliyê personelên çalak ve hem jî ji aliyê hejmara giştî ya personelan ve pêncemîn hêza çekdar a herî mezin e cîhanê ye. Artêşa Ûkraynayê xwedî heştem sermiyana berevaniyê ya herî mezinê cîhanê ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Ukraine country profile". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 1 adar 2022. Roja gihiştinê 25 adar 2022.
- ^ "Declaration of State Sovereignty of Ukraine". web.archive.org. 27 îlon 2007. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Beliakova, Polina; Tecott, Rachel (17 adar 2023). "The Surprising Success of U.S. Military Aid to Ukraine: Kyiv's Determination Has Improved Washington's Spotty Track Record". www.foreignaffairs.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "In closer ties to Ukraine, U.S. officials long saw promise and peril". Yahoo News (bi îngilîziya amerîkî). 28 nîsan 2022. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Corruption in Ukraine (Published 2022)" (bi îngilîzî). 1 tîrmeh 2022. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Haring, Melinda (26 nîsan 2019). "What is wrong with the Ukrainian economy?". Atlantic Council (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Ukraine becomes world's third biggest grain exporter in 2011 - minister — BlackSeaGrain". web.archive.org. 31 kanûna pêşîn 2013. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "WTO | Publications". www.wto.org. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.