Urdun
المملكة الأردنية الهاشميه Al-Mamlakah al-Urdunniyyah al-Hāshimiyyah | |||||
Urdun | |||||
| |||||
Sirûda netewî: As-salam al-malaki al-urduni | |||||
Zimanên fermî | Erebî û îngilîzî
| ||||
Paytext | Emman 31°57′Bk 35°56′Rh / 31.950°Bk 35.933°Rh | ||||
Sîstema siyasî | Monarşî | ||||
- Key - Serekwezîr |
Abdullah II Bisher Al-Khasawneh | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
89.342 km2 0,8 | ||||
Gelhe - Giştî |
9.882.401 (2017) kes | ||||
Serxwebûn | 25'ê gulanê 1946 | ||||
Dirav | Dînarê urdunî | ||||
Dem | UTC+2 | ||||
Nîşana înternetê | .jo | ||||
Koda telefonê | +962 | ||||
Urdun (Urdûn, Urdin, Ordûn, Ordîn, Ordin) an jî Keyaniya Haşemî ya Urdunê (bi erebî: المملكة الأردنيّة الهاشميّة, al-Mamlaka al-Urduniyya al-Hāshimiyya), welatekî erebî yê li Rojhilata Navîn e.
Welatekî ereban e. Di 25'ê gulana 1946'an de azadiya xwe ji Brîtanya distîne. Bi sazûmaniya monarşîk tê desthilatdarkirin. Zimanê Urdunê erebî ye. Gel 94% ereb, 2% çerkez, 2% kurd û 2% ermenî ne.[çavkanî hewce ye] Pirraniya gelê Urdunê bi eslê xwe ji Filistînê ne. Piştî avabûna dûgela Îsraêlê hatine li Urdunê bi cih bûne. Zimanê fermî herçendî erebî ye, zimanê bazarê îngilîzî ye. 88% gelê Urdunê ola îslamê dihewînin. Kurdên ku li Urdunê dijîn îslam, elewî û êzdî ne.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versayê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên Ereb bi şerta mandatiya Fransa û Îngilîstanê dê qebûl bike. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Jixwe Urdun di nav herêma Filistînê de cihê xwe digire. Herêma Filistînê di bin kontrola İngilîzan de bû. Kurê şerîf Huseyîn yê Mekeyê; Evdilla li sala 1921ê dest bi rêvebirina Urduna kir heta sala 1951ê. Li sala 1951ê de ji ber sedema nêzîkbûna key Ebdula bo Îsraêlê ji aliyê hindek netewperestên Ereb hate kuştin. Li sala 1957ê de jî Brîtanyayê hemî hêzên xwe ji Urdunê vekêşan.
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Emman, serbajarê Urdunê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara li ser cihekî erdnîgariyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |