Keftar
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a almanî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Keftar Temporal range: 26–0 Ma Miyosînê zû - dema niha | |
---|---|
Cureyên keftaran gor mezinahiya wan: Keftarê deqdeqî, keftarê qehweyî, keftarê xêzxêzok û gurê erdê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Carnivora |
Binekom: | Feliformia |
Famîle: | Hyaenidae Gray, 1821 |
Cinsên Keftaran | |
Hevwate | |
|
Keftar, kemtiyar, eftar, heftar an jî heftiyar (Hyaenidae), famîleyekî guhandarên goştxweran. Li Kurdistanê li deşt û çiyayên nizim dijîn; li çolên Erebistan, Afrîka û Asyayê jî têne dîtin. Di qulên kûr, nev keviran û bin keviran dijîn.
Fîziyolojiya keftaran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tevî ku keftar ji aliyê fîziyolojiyê ve çend rûdemin ku mîna famîleya kuçikan wek gur, kûçik, rûvî, hwd., xuya dikin, lê famîleyeke serbixwe çêdikin: ji famîleya Herpestidae wek banbankeyê nêzîktir in.
Keftar xwedî lem û diranên tewr û tûj e, di şaneşîna ajalan de ku dikare goşt biçirîne. Keftar li gorî dîtina zanistan, weke Meymûnan di nev caneweran ji aliyê awayê nêçîrkirina xwe ve gelekî jîr e.
Di hinek deveran mîna Bagok û Behdînan jêra heftar an heftiyar tête gotin. Çîroka navê wî jî eve ku heft nikarin wî.
Keftarên Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Keftarê xêzxêzok (keftarê xêzokî, keftarê bi xêz) ku li Kurdistanê têta dîtin wek kûçikekî mezin e. Milên wî bilindtir in û ji ber wê yekê xwar û maro digere.
Tenê digere, rev çê nake û şevger e. Keftar pêz nakuje, kelaxxur e û gelek caran li cihên çepal xwarina xwe peyda dike. Ev keftar di 2016an li gundê Dêrika Miqûrê yê Farqînê hatibû dîtin.[çavkanî hewce ye]
Cureyên keftaran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Keftarê deqdeqî (Crocuta crocuta)
- Keftarê qehweyî (Parahyaena brunnea)
- Keftarê xêzxêzok (Hyaena hyaena), keraxan dixwe, carinan li cihên çepal tête dîtin.
- Gurê erdê an aardwolf (Proteles cristatus)
Pêşangeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Keftarê deqdeqî (Crocuta crocuta) li Afrîkayê dijî.
-
Keftarê qehweyî (Parahyaena brunnea) li Afrîkaya başûr tête dîtin.
-
Keftarê xêzxêzok (Hyaena hyaena), bi tenê ev Keftar li Kurdistanê tête dîtin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Wikimedia Commons medyayên di warê Keftar de hene
- https://animaldiversity.ummz.umich.edu/accounts/Hyaenidae/
- https://www.hyaenidae.org/ Girêdana arşîvê 2011-05-07 li ser Wayback Machine
- https://www.hyaenidae.org/ancient-hyaenas.html Girêdana arşîvê 2008-10-02 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |